Li Efxanistanê di xwekujî de, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da

Di encama êrîşeke xwekuj de li Paytexta Efxanistan Kabulê 5 leşker ku sivîl jî di nav de hatin kuştin 12 jî birîndar bûn.

Wezareta Hundir a Evxanistanê ragihand ku xwekujekî nenas serê vê sibehê li Rojavayê Kabulê xwe teqand.

Wezaretê diyar kir ku di encama teqînê de, 3 leşker û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha 12 kes ku di nav de 5 sivîl hene, birîndar bûn.

Berpirsiyarên Ewlekariyê yên Kabulê destnîşan kir ku êrîş li nuqteya yekem a çavdêriya Fakulteya Cengî çêbû.

Heta niha ti aliyan berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ser xwe.

Di Cotmeha sala 2019’an de jî, 12 kesan di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de, jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button