Fîlîpîn fermî hêzên Amerîkî ji erdên xwe derdixe

Hikumeta Fîlîpînê fermî hêzên Amerîkî ji welatê xwe derdixîne.

Wezîrê derve yê Fîlîpînê Teodoro Locsin ragihand ku welatê wî bi awayekî fermî lihevkirina “belavkirina hêz û teknîkên Amerîkî” bi dawî kir.

Ev yek di wextekî de hat ku, Amerîka berî demekê vîzaya serokê ajansa polîsa netewî yê berê Ronald dela Rosa betal kir.

Ev lihevkirin, bi navê ” hêzên serdankirî” tê naskirin û di 1999an de di navbera Fîlîpîn û Amerîkayê de hatibû pêkanîn.

Li gorî lihevkirinê, hêzên Amerîkî bi awayekî qanûnî dikarin li welêt bimînin û perwerdeyên leşkerî yên hevbeş bi hêzên Fîlîpînî re pêk bînin.

Bidawîkirina lihevkirinên wisa, di rêya agahdariyeke nivîskî re pêk tê û di nava 180 rojan de dikeve pratîkê.1F

Back to top button