Li Libnan di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de, pevçûn derket

Li derdora Parlamentoya Libnanê pevçûn di navbera xwepêşander û artêşa Libnanî de derket, di encamê de jimareke xwepêşander birîndar bûn.

Îro Parlamena Libnanê ji bo bawerîdana hikumeta nû li hev dicive.

Hêzên Ewlekariyê da ku xwepêşanderan ji hev belav bikin, xaza rondikrêj avêtin wan.

Li gorî agahiyan, xwepêşander li ber parlametoyê kom bûne, da ku parlamenter derbasî civîna xwe nebin.

Hêzên Ewlekariya Hundir jî, ji bo ku rê li pêşiya xwepêşanderan bigirin, gelek rê û kolan girtine, da ku parlamenter civîna xwe li dar bixin.

Di encama pevçûnê de hin xwepêşander birîndar bûn

Back to top button