Kuştina endamê MÎT’a Tirk dadgeha Hewlêrê, hikumê bidarvekirinê li 2 kesan birî

Ji dadgeha başûrê kurdistan biryarek sosret!
Dadgeha 2. ya Cezayên Giran li Hewlêrê di derbarê 2 kesên ku bi hinceta kuştina endamê MÎT’a Tirk Osman Kose hatibûn girtin cezayê darvekirinê li wan birî.

10 Sibatê Dadgehê 2. a Cezayên Giran a li Hewlêrê derbarê 6 kesên ku bi kuştina endamê MÎT’a Tirk Osman Kosê ve hatibûn girtin biryara xwe da.

Hat ragihandin ku ji wan 6 kesan ji bo 2 kesan biryara darvekirinê hatiye dayin. Ji bo 3 kesan 2 sal, ji bo kesekî jî salek cezayê zindanê hatiye birîn.

Rêvebirê MÎT’ê Osman Kose yê ku destê wî di qedilkirina pêşengên Kurd, Diyar Xerîb, Zekî Şengalî û her wekî din gelek siyasetmedar û şoreşgerê Kurd hebû.

Hêjayê bi bîrxistinê ye roja ku ev bûyer qewimî heta niha dewleta Tirk yekser bixwe vê bûyerê rêve dibe û zextê hikûmeta başûrê Kurdistanê dike da ku kesên hatine girtin radestî wî bikin.

Roja Çarşemî 17ê Tîrmeha 2019, li xwaringeha HuQQabaz a li bajarê Hewlêrê bûyereke kuştinê pêkhatibû. Di encam de endameke MÎT’a tirk û 2 welatiyên Başûrê Kurdistan hatibûn kuştin.

Back to top button