Zextên rejîma Îranê yên li ser jinan bênavber didomin.
Sê girtiyên siyasî yên jin û girtiyekî mêr ku rewşa tenduristiyê ya wan di xeteriyê de ye, nayên tedawîkirin.
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî derbarê rewşa girtiyên siyasî yên jin li Îranê de agahiyên nû parve kir.
Li gorî rapora malperê, rewşa tenduristiyê ya çar girtiyên siyasî Hûda Mêhrganfer, Şîwa Îsmaîlî,Fatma Ziyayî,Mihemed Ekberî Munferîd roj bi roj xirabtir dibe.
Ji Konseya Mafên Mirovan, Komîserê Bilind ya Netewên Yekbûyî û rêxistinên din yên navnetewî tê xwestin ku ji bo serbestberdana wan demildest bikevin nav tevgerê.



