Hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê hatin guhertin

Hevserokên nû yên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê tevahî endamên meclisê ve hatin erêkirin.

Ev yek piştî danişîna Meclisa Qanûnsaz li avahiya Rêveberiya Xweser a Kobanê pêk hat.

Lemîs Abdullah a ji bajarê Girê Spî û ji pêkhateya Ermen e û Mihemed Şahîn ji bajarê Kobanê bûn hevserokê nû yên herêma Firatê.

Hevserokên nû li pêş endamên Meclisa Qanûnsaz bi beşdariya hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê sond xwar.

Back to top button