Çavkaniyên herêmî û berpirsyarên firneyên giştî yên bajarê Siwêda û gundewarên wê diyar kirin ku ji ber nebûna ard, hemû firneyên giştî rawestiyane.
Her wekî dibêjin ew li benda ard in.
Berpirsekî firneyên Siwêdayê aşkere kir ku parêzgeha Siwêdayê ji meha Tîrmehê ve, ardê ji aliyê Bernameya Xurekê ya Cîhanê ve peyda dike.
Her wekî miqdarek kêm ji alîkariyên welatiyan ve jî tê dabînkirin.
Di hefteyê de 400- 500 ton ard e dighêje.
Di vê rewşê de rojane pêwistiya Siwêda bi 120 ton ard heye.
Bi rawestandina firneyan re aloziya nan li parêzgeha Siwêdyêa zêdetir dibe.
Xelkên Siwêdayê li bendê ne beşek nû ya ard derbas bibe.
Li aliyekê din, Dorpêça hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li ser Siwdayê didome.



