Li Libnanê hikûmeta Hesan Diyab, ji aliyê parlamanê ve hat erêkirin

Pitş xwepêşandanên çend mehan, îro, Hikûmeta serokwezîrê nû yê Libnanê, Hesan Diyab, ji aliyê parlamanê ve hat erêkirin.

Parlamna Libnanê îro rûniştinek pêk anî û bi erêkirina 63 perlamenteran hikûmeta Hesan Diyab hat erêkirin.

Ji ber xwepêşandanên Libnaniyan ku ji cotmeha borî ve destpê kiriye, serokwezîr Seid El-Herîrî istîfaya xwe dabû.

Lê tevî istîfaya El-Herîrî xwepêşandanên gel li dijî rewşa siyasî û aborî ranewestiyan.

Îro jî li derdora Parlamena Libnanê, pevçûn di navbera xwepêşander û artêşê de derket, di encamê de jimareke xwepêşander birîndar bû.

Hêzên Ewlekariyê jî, ji bo belavkirina xwepêşanderan, xaza rondikrêj avêtin wan.

Xaça Sor ya Libnanê ragihand ku 26 kes li nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Back to top button