Jimara qurbanên Vîrûsê bû hezar û 113 kes

Ji ber Virusa Corona rojane bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin, li Çînê hejmara qurbanên virusê bilind bû û gihişt hezar û 113 kesî.

Saziya Tenduritiyê ya Çînê ragihand ku bîlançoya qurbanên virusê hezar û 113 kes e û yên pêketine jî gihşît
44 hezar û 653 kesî.

Li gorî çavdêriya rojane ya Komîteya Tenduristiyê, tenê li Hobby hezar û 638 kesên nû bi virusê ketin .

Desthilat Çînê jî ragihand ku jimara kesên pêketî li seranserî welêt gihîşt 44 hezar û 653 kesan.

Li aliyê din keştiya geştiyarî ku li ser kesên pêketî hene, hîna li beramberî peravên Japonyayê rawestiyaye.

Wezîrê tenduristiyê yê Japonî tekez kir ku 39 kesên din li ser keştiyê nû pê ketin, bi vê yekê jimara kesên li ser keştiyê bi vîrûsê ketine gihîşt 174 kesî.

Back to top button