Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em destekê didin gelê Îranê li dijî rêjîma wê

Emerîka Rêjîma Îranê bi bintekî bi nav kir û diyar kir ku ew destekê didin gelê wê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Tweeterê da xuyakirin ku gelê Îranê 41 salin, êşê ji ber rêjîma xwe dikişîne û got:” ji vî gelî nayê xwestin ku binketinên rêjîma xwe saleke din bilişîne”.

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku rêjîma Îranê teror, gendelî, darvekirin û moşekan bi ser gelê xwe û dewletên derdorê ve diavêje.

Wezaretê tekez kir ku ji bo siberojeke ronîtir ew li gel mafên rewa ên gelê Îranêye.

5 kes bi tevgera li dijî cezayên li ser Îranê tawanbar kir

Duh jî Wezareta Dadê ya Amerîkayê 5 kes tawanbar kirin ku ew li dijî cezayên Amerîka yên li ser Îranê tevgeryane.

Wezaretê bi daxuyaniyeke eşkere kir ku van her 5 kesan amadekariya kirîna nefta Îranê û firotina wê bo Çînê dikir.

Back to top button