Trump di tûra xwe yê Asyayê de berê xwe da Koreya Başûr.
Koreya Başûr hewl dide ji bo avakirina diyalogê bi Koreya Bakur re bandor li Amerîkayê bike.
Li aliyê din jî Koreya Bakur beriya serdana Trump moşekek kruz ceriband.
Banda leşkerî ya Koreya Başûr bi stranan Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşwazî kir.
Donald Trump wekî rawestgeha dawî ya gera xwe ya Asyayî gihîşt Koreya Başûr.
Trump, serdana Malezya û Japonya jî kir, dê li Seoulê bi Serok Lee Jae Myung re hevdîtinên bazirganiyê bike.
Tê payîn ku Trump di vê serdanê de bi Serokê Çînê Xi Jinping (şî cînpîng) re jî bicive.
Balafirên şer ên Amerîkî û Koreya Başûr dema ku balafira Trump nêzîkî pistê bû, firîn pêk anîn.
Koreya başûr taca Zêrîn diyarî Trump kir
Koreya Başûr bi tacek zêrîn Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşwazî kir û xelata Mezin, ku rûmeta herî bilind a dewletê ye, da wî.
Serokê Koreya Başûr Lee Jae Myung dixwaze ku bacên Amerîkayê di dema danûstandinên bazirganî yên demdirêj de bi Trump re li ser Koreya Başûr hatine ferzkirin, kêm bike.
Her wiha Lee hewl dide bi pesnê hewldanên Trump ji bo avakirina diyalogê bi Koreya Bakur re bandorê li serokê Amerîkayê bike.
Ofîsa Lee ragihand ku Trump ji ber ku li Nîvgirava Koreyê wekî “mîmarê aştiyê” tê hesibandin, xelata Mezin a Mugunghwa wergirtiye.
Dema ku xelat wergirt, Trump got, “Ez dixwazim vê yekê tavilê li xwe bikim.”
Trump di dema xwe ya yekem de rêze civîn bi lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un re li dar xist.
Lê danûstandin bi ser neketin ji ber ku Pyongyang bernameya xwe ya çekên nukleerî û moşekên balîstîk nedan sekinandin.
Trump vexwendina xwe ji Kim Jong Un re ji bo civînekî dubare kir, lê Koreya Bakur hîn bersiv nedaye.
Lee û Trump civîna xwe li bajarê Gyeongju, ku wekî paytexta Padîşahiya Silla ya kevnar tê zanîn, li darxist.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, hin ji van lîderan bernameyên xwe ji bo hatina Trump sererast kirine.
Trump dê beriya civîna Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîk (APEC), ku dê roja Înê û Şemiyê were lidarxistin, ji Koreya Başûr derkeve.
Lê belê, Wezareta Derve ya Koreya Başûr îdiayên kêmbûna otêlan red kir û diyar kir ku tenê nîvê kapasîteya mayînê ya berdest dagirkirî ye.
Koreya bakur beriya serdana Trump moşekek krûz ceriband
Li aliyê din Koreya Bakur duh, beriya serdana Donald Trump ji bo Koreya Başûr, li peravên xwe yên rojava moşekek krûz a ji deryayê ber bi erdê ve ceriband.
Hat ragihand ku moşek bi awayekî vertîkal hatine avêtin û ji du saetan zêdetir firiyane.
Her wiha hat diyar kirin ku ceribandin ji aliyê Cîgirê Serokê Komîsyona Leşkerî Pak Jong Chon ve hatiye birêvebirin.


