Hevserokê HDP’ê yê Bedlîsê Dûrsûn hat binçavkirin

Îro jî li dijî Endam û Hevseroêkên HDP’ê operasyonên qirkirna siyasî hebûn.

Polîsên AKP’ê bi ser mala Serokê Rêxistina HDP’ê ya Bedlîsê Rûmet Dûrsûn de girt û ew binçav kir.

Serê sibê Polîsan li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi ser mala Serokê Rêxistina HDP’ê ya Bedlîsê Rûmet Dûrsûn de girt.

Polîsan piştî lêgerîn li mala Dûrsûn pêk anî, ew binçav kir.

LI gorî agahiyan Dûrsûn birin Miduriyeta Polîsan a Tetwanê û heta niha sedema bin çav kirinê nehat zanîn.

Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin

Ne tenê li Bedlîsê LiNavçeya Agiriyê jî , polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin.

Serokê Şaxa Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê DÎSK’ê Ersîn Erîncîk, Hevserokê HDP’ê yê navçeya Navendî Îsmaiîl Çîtfçî jî din nav de 5 kes binçavkirin.

Hat ragihand ku kesên navborî birin Miduriyeta Polîsan A Agiriyê.

Back to top button