NEJDET ENZÛR: TIRKIYÊ BI DEHHEZARAN ÇETE DERBASÎ SÛRIYÊ KIR

Cîgirê serokê perleman Sûriyê Nejdet Enzûr diyar kir ku derbasbûna Tirkiyê nava xaka Sûrî tê wateya binpêkirina dewleta Sûrî û gelê wê.

Enzûr teqez kir ku ketina artêşa Tirk xaka Sûrî dijberî hevpeymanên Neteweyên Yekbûyî û zagona navnetewî ye.

Cîgirê serokê perlemanê destnîşan kir ku hebûna Tirkan li Idlibê dibe, li Efrînê dibe, li rojhilatê Firêt, li ku dibe bila bibe, tê wateya dagirkirinê.

Her wiha Enzûr xuya kir ku Tirkiyê sînorên xwe ji çeteyan re vekir û bi dehhezaran çete derbasî Sûriyê kirin.

Nejdet Enzûr teqez kir ku li hember van hemûyan ew ê derkevin û li ber xwe bidin.

Derbarê Idlibê de Enzûr wiha got:

“Em amade ne gelê xwe li wir rizgar bikin, lê hema em li benda encamên civîna Sotçiyê ne:”

Leave a Reply

Back to top button