Serokwezîrê Qeterê diyar kir welatê wî zextê li Tevgera Hemasê dike da ku bê çekirina xwe qebûl bike û agirbestek mayîn de li Xezayê çêbikin.
Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdurehman di serdana xwe de ya li New Yorkê têkildarî rewşa dawî li Xezayê axivî.
Bin Ebdurehman da zanîn ku êrişa li dijî leşkerên Îsraîlê binpêkirina agirbestê ye û dilgiraniya xwe ji bo êrişên dawîn li ser Xezayê anî ziman.
Bin Ebdurehman destnîşan kir ku welatê wî hewl dide Tevgera Hemasê îqna bike ku çekê xwe deyînin û wiha got:
“Diyar e tevger amade ye dev ji desthildariya Xezayê berde.”
Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî diyar kir ku ewê hedefgirtina endamên Hemasê dewam bikin û bersivek bihêz li dijî her binpêkirinekê bidin.
Di heman deme de Tevgera Hemasê got tu têkiliya wê bi pevçûnên dawîn ên li Refehê re tûne ne û ew pabendî agirbestê ye.



