Belçîka dixwaze 42 zarokên di nava DAIŞ’ê de xwe werbigire

Hikumeta Belçîkayê bi niyet e zarokên xwe yên Malbatên DAIŞ’ê ji Kampa Holê werbirgire û vê dosyayê rake Konseya Ewlekariyê.

Wezîrê derve yê Belçîkayê Philip Govan ragihand ku, difikirin 42 zarokên malbatên DAIŞê, ji Kampa Holê ya li bakur rojhilatê Sûrî werbigire.

Govan bi bîr xist, ew ê dosyaya zarokan li pêşberî Konseya Ewlekariyê û her wiha di civîna Munichê de jî nîqaş bikin.

Lê Wezîrê Belçîkî diyar kir ku “ji bo wergirtina zarokan astengiyek heye, ew jî, Rêveberiya Xweser zarokan bêyî dayîkên wan radest nake.

Berî niha Rêveberiya xweser ev yek gotibû, ”ew ê nikaribin zarokan ji dayîkên wan qut bikin û bi tena xwe werin radestkirin”.

Ev çend caran, Rêveberiya Xweser bang li hikumeta Belçîkayê kiriye da zarok û jinên DAIŞî werbigire, lê Belçîkayê vê yekê paşguh dike.

Back to top button