Li Helebê şêniyên Komîna Navçeya Benî Zeyid civîna xwe ya yekemîn li dar xist.
Di civînê de rewşa siyasî, xizmetguzarî û ewlehî hatin niqaş kirin.
Civîn li çerxerêya Tirkawî bi beşdariya şêniyên navçeyê û eşîra Benî Zeyid û Begara pêk hat.
Di civînê de hat diyarkirin ku di vê qonaxê de hewce dike gel mil bi mil li ser bingeha aştî, demokrasî û xwişk-biratiya gelan ji bo avakirina Sûriyê bixebitin.
Hate diyarkirin ji bo bi dawîkirina şer û aloziya heyî ev yek ji bo herkesî erkekî neteweyî ye.
Her wiha di civînê de bal hate kişandin li ser pabendbûna peymana 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê.



