Erdogan: Em ê hêzên rêjîma Sûrî vegerînin paş nuqteyên çavdêriyê

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî ragihand ku bi bidawîbûna meha sibatê re ew ê hêzên rêjîmê vegerînin paş nûqteyên çavdêriyê.

Serokkomarê Tirkiyê Receb tayib Erdogan ragihand ku bi dawiya meha sibatê re, ew ê hêzên rêjîma Sûriyê vegerînin berya nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê.

Erdogan îro çarşemê li pêş parlementerên AKP’ê axivî û teqez kir ku Enqere dê tiştê pêwîst ji bo derxistina artêşa Sûrî ji Idlibê bike.

Serokkomarê Tirkiyê hişyarî da rêjîma Sûrî û got: eger leşkerekî din ê Tirkiyê hat armanckirin, em ê li her derê li hêzên artêşa Sûrî bidin.

Li beramberî gotinên Erdogan, Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Rûsya û Sûriyê tenê grûpên terorîst ên li Idlibê armanc dikin.

Serokê beşê gefan di wezareta derve ya Rûsyayê de Vladîmêr Taraprîn diyar kir ku Rûsya û Artêşa Sûrî ti caran êrîşî sivîlan nekirine û hemû êrîşên wan li dijî terorîstan in.

Tê zanîn duh serokê Rûsyayê Vladîmêr Putin û serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi riya telefonê, derbarê Idlibê de axivîbûn.

Back to top button