Aldar Xelîl: Pêngava rizgarkirina Idlibê hêviya rizgarkirina Efrînê ye

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku rejîma Sûriyê bi navbênkariya Rûsyayê diyar kiriye ku ew ji bo diyalogên bi Rêveberiya Xweser re amadeye.

Xelîl teqez kir ku bê hebûna Rêveberiya Xweser, destûra were nivîsandin wê seqet be.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl rewşa dawî ya li Sûrî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand û da zanîn ku pêngava rizgarkirina Idlibê hêviya rizgarkirina Efrînê mezin dike.

Aldar Xelîl di axaftineke li gel ajansa Fratê de wiha got:

“Divê em bi lezgînî li dijî dagirkeriyê dest bi liv û tevgereke xurt bikin.”

Aldar Xelîl: Rejîmê diyar kir ku ew ji diyalogê re amade ye

Xelîl derbarê hevdîtinên bi rêveberiya Şamê yên bi navbênkariya Rûsyayê re diyar kir ku ev yek rê li ber çareseriyê vedike û ev tişt anî ziman:

Hîn gaveke pratîk nehatiye avêtin û hewldanên ji bo çareseriya siyasî hene.

Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, ne pêkan e, Sûriye demokratîk bibe.

Aldar Xelîl: Rejîm jî li rêyên çareseriyê digere

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê destnîşan kir ku ev hevdîtin ji bo rêveberî û rejîmê xwedî girîngiyek mezin e û wiha pê de çû:

“Şerê ji sala 2011’an ve li welêt diqewime, dibe sedem ku rejîm jî li hin rêyên çareseriyê û tifaqê bigere.

Ji ber wê yekê jî danustandin ji bo rêveberî û rejîmê xwedî heman girîngiyê ne.”

Aldar Xelîl: Destûra bêyî nûnerên herêmê wê seqet be

Xelîl têkildarî pêvajoya nivîsandina destûreke nû ji Sûriyê re jî wiha anî ziman:

“Di pêvajoya nivîsandina destûra bingehîn de divê nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî hebin û bêyî vê yekê, nivîsandina destûrê wê seqet be.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de, diyar kir ku ji bo dema bê careke din şer dernekeve divê qanûneke nivîskî di destûrê de bê zêdekirin.

Back to top button