QSD’ê ragihand ku di operasyona ewlehiyê ya li Reqayê de 3 jê serçete, 5 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê opersyonê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirine:
’’Di çarçoveya domandina mîsyona xwe ya parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xetereya terorê de, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) û Hêzên Komandos ên girêdayî hêzên me, bi dsteka rasterast a Koalîsyona Navneteweyî, berbanga îro operasyoneke bi bandor li dar xist. Operasayon li bajarokê Til El Semin ê bakurê Reqayê ji bo hedefgirtina veşartgeheke şaneyeke terorîst a girêdayî rêxistina DAIŞ’ê pêk hat.
Hêzên piştî şopandineke îstîxbaratî ya tevgerên endamên şaneyê, şopandina peywendiyên wan û amadekariyên wan ên pêkanîna êrişên nû li dijî hêzên me û saziyên sivîl, her wiha piştî wergirtina agahiyên piştrast, operasyon li dar xist. Hêzên Koalîsyonê jî bi desteka hewayî û keşfê beşdarî operasyonê bûn.
Di encama operasyonê de 5 terorîstên rêxistina DAIŞ’ê hatin girtin. Di nav de 3 serçete hene ku destên wan di plankirin û pêkanîna êrişan li dijî nuqteyên me yên leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser de hene. Di hemann demê de hewl didan tevliheviyê li herêmê derbixin.
Ev operasyona serketî encama xebateke hevbeş û hemahengiya di navbera yekîneyên me yên meydanî û saziyên me yên ewlehiyê û îstîxbaratê de pêk hat. Her wiha operasyon bi saya tevkariya avakar a Koalîsyona Navneteweyî ya ku tevahî desteka hewayî û agahî pêşkêş kir, bi ser ket.
Ji ber tevkariya domdar û desteka wê ya çalak a şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê, em spasiya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin. Em diyar dikin ku tevkarî bingeha sereke ya mîsogerkirina ewlehî û istiqrara herêmê ye.
Em ji gelê xwe re teqez dikin ku operasyonên me li dijî şaneyên DAIŞ’ê wê bidomîni. Em bi ser çi kesên ku hewl didin ewlehiya herêmê me bixin xetereyê bigirin heta bi temamî biqedin.
Her şaneyeke terorîst ku hewl bide bi ewlehiya sivîlan bilîzin an jî istiqrara herêmê têk bibe, hedefa rasterast a hêzên me ye. Em dê nehêlin teror an tevlihevî vegerin. Yên ku bifikirin sûcan bikin divê bizanibe ku cihê wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune ye.”



