Xwepêşandêrên Iraqê careke din rê ji çûn û hatinê re girtin

Xwepêşandanên Iraqê yên li dijî desthilatdariya heyî didomin.

Îro xwepêşandêran riyên ku li Bexdayê ku ji aliyê hêzên ewlehiyê Iraqê ve hatibûn vekirin, careke din girtin.

Her wiha Komîteya rêxistina xwepêşandanên Cotmehê banga lidarxistina xwepêşandaneke jinan kir.

Xwepêşandanên li Iraqê ku ji cotmeha 2019’an ve li dijî desthilatdarî û gendeliya heyî hatine destpêkirin, didomin.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê danê sibehê hin riyên li Bexdayê ku xwepêşandêran ji çûn û hatinê re girtibûn vekirin.

Hêzên ewlehiyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan dest bi vekirina riyên herêma Xelanî, Qada Wesbe, Kolana Reşîd û Pira Sinek kirine.

Her wiha bang li xwepêşandêran kir ku danekevin Qada Tehrîr û tenê li hin cihên ku hatine destnîşankirin, xwepêşandanan li dar bixin.

Di daxuyaniyê de ji xwepêşandêran hat xwestin ku bi hêzên ewlehiyê re alîkar bin û tu awayê tûndiyê bikar neyînin û da zanîn ku kesên li dijî vê yekê derkevin wê li gorî destûrê werin cezakirin.

Xwepêşandêran jî danê êvarê careke din riyên diçin Pira Sink û qada Tehrîr a Bexdayê girtin û agir lê dadan.

15 saniyên destpêkê biherikînin

Li aliyekî din Komîteya rêxistinkirina xwepêşandanên cotmehê banga lidarxistina xwepêşandaneke jinan kir.

Ji bo wê jî tê payîn ku sibe li Bexdayê xwepêşandaneke milyonî ya jinan were lidarxistin.

Back to top button