Wezîrên parastinê yên dewletên NATO`yê daxwaza Amerîka ji bo ku NATO`yê erkên xwe yên perwerdekirinê li Iraqê fireh bike, erê kir.
Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg di kongreyeke çapemeniyê de, wiha anî ziman:
“Wezîrên parastinê yên dewletên NATO`yê îro daxwaza serokê Amerîka Donald Trump ji bo ku NATO`yê erkên xwe yên perwerdekirinê li Iraqê fireh bike, erê kirin.”
Stoltenberg diyar kir ku NATO`yê bi erêkirina hikumeta Iraqê û vexwendina wê li Bexdayê ye.
Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg, got:
“Tu planên me tune ne ji bo ku em li Bexdadê bimînin. Armanca ew e ku em teqez bibin ku hêzên Iraqê dikar xwe biparêzinû li hember DAIŞ`ê têbikoşin.”