Ji ber dorpêça hêzên hikûmeta veguhêz li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li firinan ard kêm bûye.
Ji ber vê dorpêçê xebatên peydakirina xizmetên bingehîn ji bo şêniyan asteng dike.
Hikûmeta veguhêz a Sûriyê rê nade ku pêdiviyên jiyanê derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin.
Ji ber vê dorpêçê li firnên her du taxan ard kêm bûye.
Endamê Saziya Aboriya Civakî ya Helebê Mihemed Yûsif da zanîn ku hikûmeta veguhêz ji 25`ê Îlonê ve rê li ber derbaskirina sotemenî, ard û kelûpelên avahiyê ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê digire.
Mihemed Yûsif diyar kir ku ev dorpêç xebatên peydakirina xizmetên bingehîn ji bo şêniyan asteng dike.
Yûsif destnîşan kir ku rêgirtina derbaskirina sotemeniyê hiştiye ku demjimêrên dana elektrîkê kêm bibin.
Her wiha Rêveberê firna El Ixiwa ya li taxa Eşrefiyê Heysem Îbrahîm diyar kir ku ew ji ber astengkirinên ji hêla hikûmeta veguhêz ve û ferzkirina dorpêçê, ji bo peydakirina pêdiviyan zehmetiyê dikişînin.



