242 kesên din li Hobby ya Çînê bi virusê mirin

Li Hobby ya Çînê 242 kesên din bi vîrûsa Koronayê mirin û nêzî 15 hezar kesên din jî nû pêketin. Li Japonyayê jî yekem kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da.

Desthilata Çînê ragihand ku jimara kesên bi virusa Corona ketine li Hobby ya Çînê bilind bû û gihişt 48 hezar û 206 kesî.

Komîteya Niştîmanî ya Tenduristiyê ya Çînê diyar kir ku 14 hezar û 840 kesên din nû bi virusê ketin .

Her wiha ragihand ku jimara qurbanên virusê jî li wê herêmê bilind bû û gihişt 242 kesan.

Bi vê jimarê jî heta niha li Hobby hezar û 310 kes bi virûsê mirine.

Li gorî belgeyên fermî jî 3 hezar û 441 kes ji virusê baş bûne, lê heta niha 33 hezar kes tên dermankirin di nava wan de rewş 5 hezar û 647 kesan xeter e.

Li aliyê din Brîtanya ragihand ku li paytext Londonê yekem kes bi virusê ketiye û jimara kesên li Brîtanyayê pêketî, dibe 9 kes.

VÎRÛSA CORONA
LI JAPONYAYÊ YEKEM KES JI BER VÎRÛSÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Her wiha li Japonyayê jî zilamek ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da û ev yekem kes e ku li Japonyayê ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dide.

Back to top button