Rêya di navbera Geliyê Dîcle û Heskîfê de di bin avê de ma

Ava Bendava Ilisûyê her diçe bilind dibe û bi vê yekê rêya di navbera Heskîf û Geliyê Dîcleyê de jî di bin avê de dimîne.

Tê gotin di nav hefteyekê de, wê pira ku tekane rêya bajarê kevnar e di bin avê de bimîne.

Eger ev pir di bin avê de bimîne wê rêya bajêr a bejahiyê were qutkirin.

Bi bilindbûna ava bendavê re wê Kelehha Heskîfê jî di bin avê de bimîne û ji ber vê rêya Heskîf û Geliyê Dîcleyê jî ji hev qut bibe.

Çend meh berê rêya kevn a ji aliyê Êlihê ve hatibû girtin û gundiyan ev rê bi kar dianî, lê piştî av binilind bû û rê di bin avê de ma, girêdan qut bû.

Bi vê yekê jî wê ev bajarê dîrokî piştî çend hefteyan di bin avê de bimîne.

Back to top button