Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di Civîna Koma partiya xwe ya li meclisê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand.
Bakirhan got, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Tirkiyê divê qanûnên entegrasyona demokratîk bên derxistin. Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê li Birêz Abdullah Ocalan guhdarî bike.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di Civîna Koma partiya xwe ya li meclisê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand.
Bakirhan: Divê yên li derveyî welat vegerin û siyasetmedar bên berdan
Bakirhan, balkişande li ser darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê ya 2016’an ku di encamê de bi dehan siyasetmedarên Kurd hatin girtin û qeyûm li şaredariyên Kurdan hatin erkdar kirin û wiha got,
“Pêwîste hemû hevalên me yên li derveyî welat bikarin vegerin welatê xwe. Girtiyên siyasî li qadan û aştî jî vegere vê xakê. Ji bo vê jî veguherîna demokratîk şert e.
Bila dosyayên komployê bên girtin, qada siyaseta demokratîk fireh bibe. Bingeha aştiyê, siyaseta demokratîk e. Misogeriya pêvajoyê, siyaseta demokratîk e.
Bakirhan: Divê qanûnên entegrasyona demokratîk bên derxistin
Bakirhan bal kişande li ser nirxandinên Rêber Apo yên derbarê entegrasyona demokratîk de û ev nirxandin kir,
Entegrasyona demokratîk; tê wateya jiyaneke azad a hemû gel, bawerî, çand û nasnameyan e. Entegrasyona demokratîk ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd e, her wiha mifteya bi temamî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.
Rêya vê jî zagonên entegrasyona demokratîk e. Hêviya me ew e ku di rojên pêş de bên derxistin.”
Bakirhan: Divê komîsyon tavilê li birêz Ocalan guhdarî bike
Tûncer Bakirhan piştî civîna heftane bersiva pirsên rojnamevanan da.
Bakirhan derbarê çûyîna komîsyona meclisê ya Îmraliyê de got,
“Ji bo çareseriya pirsgirêka sedsalî divê komîsyon tavilê biçe Girava Îmraliyê rasterast bi muxatabê pirsgirêkê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û lê guhdarî bike.”



