Şêniyên Aşûrî komploya 15’ê sibatê şermezar kirir

Bi nîzîkbûna salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullha Ocalan bertekên gel zêde dibin.

Şêniyên Aşûrî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin diyar kir ku armanca Komployê têkbirina projeya demokrasiyê ye.

Dewletên komploger di 15’ê Sibata 1999`an bi komployek navnetewî Rêber Ocalan girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kir.

Ji wê demê ve gelê azadîxwaz doza azadiya Ocalan dike.

Asûriyên navçeya Til Temir û Hesekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û diyar kir ku, Komploya navneteweyî fikira Ocalan kir hedef û hewldan fikir û felsefeya Ocalan asteng bikin.

Asûriyan gotin:

Rêber Ocalan daxwaziya parastina doza gelên bindest dike, ji ber vê yekê gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrî projeya Ocalan esas digirin.

Back to top button