TAJÊ: Em ê xwedî li Ocalan derkevin û Komployê vala derxin

Tevgera Azadiya Jinên Êzdî TAJÊ û TJK-E’yê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin.

Her du rêxistinan diyar kirin ku bi berxwedan û têkoşînê wê komplo vala were derxistin û banga tevlîbûna çalakiyên li Strasbourgê kir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzdî TAJÊ bi boneya salvegera 21 . a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan daxuyaniyeke girseyî da.

Daxuyanî ji aliyê endama TAJÊ Delîla Axîn ve hat xwendin.

TAJÊ diyar kir ku komploya navdewletî ya ku 15’ê Sibata 1999’an pêk hat, di şexsê Rêber Ocalan de li dijî gelê Kurd, jinan û mirovahiyê pêk hat.

TAJÊ ragihand ku dewleta tirk bi hemû rê û rêbazên hovana xwest têkoşîn û berxwedana gel pûç bike, lê birêxistinkirina gel bersiv herî guncwa bû li dijî planên dagirkeran.

TAJÊ komploya navneteweyî şermezar kir û got: Emê xwedî li Ocalan derkevin û komployê vala derxin.

TJK-E: 15 sibatê, divê her kes tevlî meşa li Strasbourgê bibe

TJK-E’yê jî komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.

TJK-E’yê diyar kir ku ew ê hêza xwe ya ji bo têkbirina êrişên hovane yên sîstema serdestiya mêr û faşîzma AKP-MHP’ê di sala 2020’an a têkoşînê de mezintir bikin.

Di daxuyaniya TJK-E de ev bang kir:

Ji bo meşa şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ku li Strasboûrgê pêk tê, em bang li her kesî dikin ku bi silogana ‘Azadî ji Rêber Apo re, azadî ji Kurdistanê re’ tevlî bibin.

Back to top button