Fermandariya giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervaneke xwe eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Nûcan Cûma ku li Serê Kaniyê şehîd bûbû, eşkere kir.

Fermandariyê anîn ziman ku heval Nûcan, li Serê Kaniyê di çepera herî pêş de sîng bi sîng li dijî dijmin re şerekî giran kir.

Ji bo li pêşiya dijmin bibe mertaleke parastinê heya dawiyê di çepera xwe de li ber xwe da.

YPJ’ê diyar kir ku ji ber têkildarî rewşa Nûcan agahiya li ser nebû, wan heta niha nasnameya şehîd eşkere ne kiribûn.

Ji ber vê yekê YPJ’ê ji malbata şehîd lêbûrîn xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan nû kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye,

Şêrîn Silêman Murad bi nasnav Nûcan Cuma, li Serê Kaniyê şehîd bû.

Back to top button