Li bajarên Iraqê bi hezaran Jin daketin qadan

Li Iraqê di aliyê siyasî û ewlehiyê de aloziya ku herî her ku diçe kurtir dibe. Îro li Bexdayê bi hezaran jin li Qada Tehrîr a Bexdayê û hin bajarên din ên Iraqê, daketin qadan û li dijî tûndiya li ser xwepêşandêran û erkdarkirina Elawî, hêrsa xwe nîşan dan.

Di nava xwepêşandanên ku ji cotmeha 2019’an ve dest pê kirine de, jinan jî bi rengek aktîv cih digrin..

Komîteya rêxistinkirina xwepêşandanên cotmehê duh banga lidarxistina xwepêşandaneke jinan kiribû.

Li ser vê yekê îro li Qada Tehrîr a Bexdayê bi hezaran jin daketin qadan.

Jinan daxwaza rizgarkirina Iraqê kirin, erkdarkikrina Elawî û tûndiya li dijî xwepêşandêran şermezar kirin.

Her wiha li parêzgehên Mîsan, Babîl û Zîqar jî jin bi heman armancê daketin qadan.

ALOZIYA IRAQÊ
DI NAVA ÇEND ROJAN HIKÛMETA NÛ TÊ RAGIHANDIN

Ji aliyekî din ve Parlementerê Iraqê Mihemed El-Xalidî ragihandin ku Elawî, hikûmeta nû ava kiriye û heta roja yekşemê wê ev hikûmet bi awayekî fermî were ragihandin.

XEBATÊN ISTIXBARATÎ LI IRAQÊ
ISTIXBARATÊ PLANEKE TERORÎST PÛÇ KIR Û SERÇETEYEKÎ DAIŞ’Ê BINÇAV KIR

Her weha ajansa nûçeyan a Iraqê ragihand ku pergala ”Bazên Istixbaratê” planeke çeteyan a li dijî hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan, pûç kir.

Rêveberê giştî yê istixbarata dijterorê û serokê pergala ”Bazên Istixbaratê” Ebû Elî El-Besrî diyar kir ku armanca çeteyan, pêxistina şerê navxweyî, kuştina sivîlan û rûxandina aboriya welêt bû.

El-Besrî binçavkirina berpirsê grûpê, ku lîderekî payebilin ê DAIŞ’ê ye, teqez kir.

Back to top button