Wezîrê derve yê Siûdiyê: Em destwerdana derve ya dewleta Tirk li Sûriye, Lîbya Û Somalê red kir

Wezîrê Derve yê Siûdiyê, destwerdana derve ya dewleta Tirk li Sûriye, Lîbya û Somalê red kir.

Wezîrê Derve yê Siûdiyê, Adil El-Cubêr, di kongreyeke çapemeniyê li paytexta Romanyayê Bukreşt li ser destwerdana Tirkiyê li welatên Erebî axivî.

Adil El-Cubêr dewleta Tirk tevlîheviyê tawanbar kir û piştrast kir ku Siûdiyê destwerdana Tirkiyê li Sûriyê û piştevaniya çekdarên tundraw ên li Lîbya û Somaliyê red dike.

El-Cubêr metirsiya welatê xwe der heqê veguhastina çeteyên biyanî ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve û bandora wê li ser Ewropayê jî destnîşan kir.

Wezîrê Derve yê Siûdiyê, Adil El-Cubêr, diyar kir ku destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê, Lîbya û dewletên dîtir bû sedema hêrsa herêmî û navdewletî.

Back to top button