Gerîlayên HPG’ê li navçeya Başan a Îdirê çalakiyek li dijî artêşa Tirk pêk anî û 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya gerîlayan daxuyaniyek weşand.
Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê dewam dike
12’ê Sibatê gerîlayan li navçeya Başan a Îdirê li dijî leşkerên li qereqola Aydinlarê çalakiyên sekvaniyê pêk anî.
Di çalakiyê de fermandarê qereqolê û leşkerek hat kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk 11’ê Sibatê Girê Suleyman ê herêma Avaşînê û qada Sîda ya Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebarankirin.
Ji ber bombebarana ti ziyan li gerîlayan nebû.
ÇALAKIYA GERÎLAYAN LI DIJÎ ARTÊŞA TIRK
GERÎLA TV DÎMENÊ ÇALAKIYA LI HERÊMA XAKURKÊ WEŞAND
Li aliyeke din, Gerîla TV dîmenê çalakiya li herêma Xakurkê ku 30 Çileyê li dijî artêşa Tirk pêk hatibû, weşand.
Di çalakiya ku li Girê Şehîd Derwêş ê herêma Xakurkê pêk hat, 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.