NATO`yê bang li rêjîma Sûrî kir ku operasyonên xwe li Idlibê rawestîne. Dewleta Tirk jî idîa kir ku ew ê hemû aliyên li Idlibê neçar bikin ku papendî agirbestê bibin.
Sekreterê giştî yê NATO`yê, Jens Stoltenberg, piştî civîna Wezîrên Parastinê yê dewletên NATO’yê ya li Brûkselê, kongreke çapemeniyê li dar xist.
Sekreterê giştî yê NATO`yê, bang li rêjîma Sûrî kir ku operasyonên xwe yên li Idlibê rawestîne û ji bo çareseriyeke aştiyane bi serperşetiya Netewyên Yekbûyî dest bi danûstandinan bike.
ŞERÊ LI IDLIBÊ
HULUSI AKAR: EM Ê HEMÛ ALIYAN NEÇAR BIKIN KU PAPENDÎ AGIRBESTÊ BIBIN
Her wiha piştî civîna NATO’yê, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê, Hulusi Akar, idîa kir ku ew ê hemû aliyên li Idlibê, di nav de komên radîkal, neçar bikin ku papendî agirbestê bibin.
Hulusi Akar, idîa kir ku bi armanca pêkanîna agibestê ew yekîneyên leşkerî dişînin Idlibê.