Li Kerkûkê, li dijî baregeha “K1” a Amerîkî êrîşek bi moşekan pêk hat

Li hemberî baregeheke leşkerî li parêzgeha Kerkûkê ku leşkerên Amerîkî tê de ne, êrîşek pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li parêzgeha Kerkûkê li hemberî baregeha leşkerî ya “K1” ku leşkerên Amerîkî tê de hene, êrîşek bi moşekan pêk hat.

Derbarê ziyanên di encama êrîşê de ti agahî nehatine bidestxistin.

27’ê Kanûna 2019 jî li hember heman baregehê êrîşek pêk hatibû û gelek leşkerek Amerîkî hat kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Amerîka derbarê êrîşa 27’ê Kanûnê de Heşdî Şebî tawanbar kiribû.

Beriya bûyerên 16’ê cotmehê ya vekişandina hêzên pêşmerge ji Kerkûkê, di Baregeha Leşkerî ya K1 de hêzên pêşmerge diman, lê paşê ji aliyê leşkerên Amerîkî ve hat bikaranîn.

Back to top button