Çavdêriya Sûrî: 7 çekdarên Îranî û Sûrî hatin kuştin

7 Çekdarên Îranî û Sûrî di êrîşên Isralîlê li ser balafirgeha Şamê hatin kuştin.

Çavkaniyên leşkerî jî, vê êrîşê bi tevgera Îranê ya şandina çek û cebilxaneyan ve girê didin û dibêjin ku, “piştî Îranê desteka Leşkerî gihand Şamê, Israîlê êrîş kir”.

Doh bi şev, devera nêzî balafirgeha navdewletî ya Şamê bû armnaca moşekên Israîlî û li gorî çavdêriya Sûrî 4 serbazên Îranê û 3 yên Sûrî hatine kuştin.

Li gorî çavknaiyên leşkerî, “5 êrîşên Israîlê depoyên çek û moşekan li derdora Şamê û yekê jî devera tugaya 91 a li herêma Kiswê ya Başûrê paytextê kirine armanc.”

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku, “ev êrîş piştî gihiştina piştgiriya leşkerî ji Îranê pêk hatiye û bareghên wan hatine bombekirin.”

Lê belê Ragihandina Rêjîma Sûrî û ya Îranê bêyî qala encamê bikin, dibêjin ku sîstema parastina asîmanî, bersiv daye moşekên ji ser “Colana dagirkirî” hatine û ew anîne xwarê.

6 Sibatê jî Rêjîmê ragihandibû ku, Isralîlê êrîşî deverên wan kiriye û li gor çavdêriya Sûrî 20 çekdarên Îranê û Sûrî hatibûn kuştin.

Berî vê bûyerê bi çend saetan, Îranê gef li Israîlê xwar ku çi tevgereke Îsraîlê li dijî berjwendiyên wan wê bê bersiv nemîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Mosewî got “Em ê bi hêz bersivê bidin tevgera dijminane ya Israîlê.”

Li ser dirêjahiya şerê li Sûriyê, deverên Îranê dibin armnana Israîl û her tim xwesteka derketin wê dike.

Lê belê tevî hemû daxuyaniyên Îran û kuştina bi dehan çekdarên wê jî, lê belê bersiveke rasterast nedaye û hebûna xwe li Sûriyê didomîne.

Back to top button