Qirkirina Ermenan Tirkiyê rêjîma Sûrî bi “Durûtiyê” bi nav dike

Tirkiyê bersiv da biryara Rêjîma Sûrî ya naskirina qirkirina Ermenan û ew bi durûtiyê bi nav kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyê got “naskirina bûyera bi navê komkujiyê pêkenok e û durûtiya Rêjîmê dide xuyakirin.

Berdevkê wezretê Hamî Aksoyê idia kir ku, “Ew Rêjîma ku vî tiştî dibêje, bêyî cûdahiyê bixe navbera zarok û mezinan de, rojane komkujiyan pêk tîne, xelkê koçber dike û bi bikaranîna Kîmawî tê naskirin.”

Aksoyê îşaret bi rewşa Idlibê kir û îdîya kir ku “yek ji malkampaxiyên herî mezin niha li ser sînorê me çêdibe.”

Doh Perlemana Rêjîma Sûrî ev komkujiya ji sala 1915’an ve nas kir û daxwaza heman tiştî ji welatên Cîhanê kir.

Qalibê Îroj bi kar bînin

Back to top button