Pervîn Bûldan: Komplo bi tecrîdê dewam dike

Bi rasthatin 15’ê Sibatê roja Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan, bertek û nerazîbûn li dijî komplo û tecrîdê zêde dibin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku eger tecrîd bi dawî nebe wê krîz û darbeyên mezin rû bidin û teqez kir ku eger nêrînên Ocalan werin pêkanîn wê rewş li Rojhilata Navîn cudatir be.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîda li dijî Rêber Ocalan nirxand kir.

Pervîn Bûldan diyar kir ku di şerê li Sûriyê diqewime hewl didin teşe ji nû ve bidin Rojhilata Navîn û teqez kir ku bi şerê Kurd-Tirk û Kurd-Ereb re dixwazin gelan bi hev bidin qirkirin, têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê ya Kurdan tune bikin .

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku, Ocalan bi îradeya xwe ya aştî û çareseriyê rê li ber qirkirina gelan girt û bi
projeya xwe ya aştiyê hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn bû hêza herî mezin a çareseriyê.

Pervîn Bûldan diyar kir ku komploya navneteweyî bi tecrîdek girankirî dewam dike û got:

Komploger bi girtina deriyê Îmraliyê hewl didin aştî, azadî û demokrasiya gelan tecrîd bikin.

Buldan: Eger guh bidana Ocalan wê rewş li Rojhilata Navîn cudatir bûya

Li ser pêşdîtinên Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn û rewşa heyî Bûldan destnîşan kir ku doza kurdî bi danûstandinên demokratîk wê bi encam bibe.

Buldan teqez kir ku bi piratîkkirina fikira Ocalan wê demokrasî û aştî li seranserî Rojhilata Navîn pêk were.

Bûldan: Tecrîd bi dawî nebe wê krîzên mezin rû bidin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di dawiya nirxandina xwe de diyar kir ku, bi saya berxwedan û têkoşîna mezin a 21 salan tekez bû ku komploya navneteweyî bi ser neket û wê ji niha û pê ve jî bi ser nekeve

Buldan diyar kir ku dewleta tirk ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve têk çûye, ev yek jî çavkaniyên xwe ji siyaseta ne çareseriyê tê.

Back to top button