ÇETEYAN NUQTEYÊN MECLISA LEŞKERÎ YA MINBICÊ KIRIN HEDEF

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên Mertala Firatê êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên gundê Ereb Hesen kirin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyan bi çekên navîn êrîşî nuqteyên hêzên wan yên li gundê Ereb Hesen ên li ser xeta çemê Sacûrî li bakur û rojavayê bajarê Minbicê kirin.

Meclisê diyar kir ku tevî dewriyeyên hevbeş ên Koalîsyon û artêşa Tirk komên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin hewl didin şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tehrîk bikin.

Leave a Reply

Back to top button