TEV-DEM: Ocalan nûnertiya hêvî û vîna mirovahiya azad dike

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê û KNK’ê komploya 15 Sibatê ya li dijî rêber Ocalan şermezar kirin û weke komploya li dijî tevahiya gelê Kurdistanê bi nav kirin. Kongra Star û Rêveberiya Xweser a Efrînê jî bi daxuyaniyên cûda komplo şermezar kirin û diyar kirin ku êrîşên Tirkiyê li ser herêmê dewama komployê ye. Aliyan li dijî komployê banga bilindkirina asta têkoşînê kirin.

Sibe salvegera 21’an a Komploya 15 Sibatê ya li dijî Rêber Ocalan e.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê derebarê salvegerê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku, ev komplo li dijî tevahiya gelê Kurdistanê ye û xwestin him destkeftî û hem jî projeya biratiya gelan têk bibin.

Di daxuyaniya xwe de TEV-DEM’ê got “Rêber Ocalan ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê li Sûriyê û Tirkiyê têkoşîneke mezin pêk tîne.

Lê belê Dewleta Tirk Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî dagir kirin û li hemberî projeyên aştiyê rawestiya.

TEV-DEM’ê teqez kir ku, ji ber ku Rêber Ocalan sembol azadiya gelê Kurdê wê tercrîd encamê negire û divê her kes ji bo bidawîkirina vê siyasetê, têkoşînê mezin bikin.

KOMPLOYA NAVNETEWÎ YA LI DIJÎ RÊBER OCALAN
KONGRA STAR: KOMPLO BI BELAVBÛNA RAMANÊN OCALAN TÊK ÇÛ

Tevgera Kongra Star jî bi daxuyaniyekê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir.

Kongra Star destnîşan kir ku hêzên hegemonîk bi rêya dîtgirrtina rêber Ocalan xwest rihê berxwedana gel û jinan hedef bigirin û têk bibin. Lê komplo bin ket. Ji ber ku Rêber Ocalan girtîgeh veguherand dibistana belavkirina demokrasî û aştiyê.

Kongra Star di serî de jin bang li tevahî gelên baweriya xwe bi fikirê rêber Ocalan anîne kir ku asta têkoşîn bilind bikin.

KOMPLOYA NAVNETEWÎ YA LI DIJÎ RÊBER OCALAN
KNK: BI GIRSEYÎ TEVLÎ ÇALAKIYÊN LI DIJÎ KOMPLOYÊ BIBIN

Konseya Rêveber a KNK’ê jî komplo bi daxuyaniyekê şermezar kir.

KNK’ê dest nîşan kir ku pêvajoya komployê bi zelalî nîşan da ku ev merkezên bêdadiyê negihiştin mexseda xwe. Dijmin û hevalbendên xwe şikestin û têkoşîn Rêber Ocalan û gelê Kurd bi ser ket.

KNK’ê bîr xist ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd û divê hemû hêzên Kurdistanî li hemberî wê rawestin.

KNK bang li gelê Kurd kir ku li her derê têkoşînê bilind bikin û bi girseyî tevlî çalakiyên şermezarkirina komployê bibin.

KOMPLOYA NAVNETEWÎ YA LI DIJÎ RÊBER OCALAN
RÊVEBERIYA XWESER A EFRÎNÊ Û MALA ÊZÎDIYAN KOMPLO ŞERMEZAR KIRIN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê diyar kir ku, sûcên dijî Gelê Kurd û li Efrînê rû didin, bi komoloyê ve girêdayî ye û tecrîdkirina Rêber Ocalan aştiyê lewaz dike.

Mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê jî bi daxuyaniyekê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir..

Mala Êzîdiyan jî diyar kir ku Rêber Ocalan Îmralî veguherand cihê cihê aştî, demokrasî û azadiyê.

Back to top button