HRE: Li Ezaz û Mariyê 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Ezaz û Mareyê di çalakiyên li dijî çeteyên dewleta tirk de 9 çete hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ di daxuyania xwe de ev agahî parve kir:

Hêzên me li nêzî gundên Kefer Xaşer û Kefer Kelbîn ên bajarê Ezazê li dijî çeteyan çalakiyek kirin.
Di encamê de 3 çete ji komên Cebhet Şammiyê û Ahrar Şîmal hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Her wiha çepereke çeteyan jî hate rûxandin û 2 çekên cureya AK-47 ketin destê şervanan.

Her wiha li herêma Mareyê li dijî nuqteya kontrolê ya koma Lîwa Sûltan Fatîh çalakiyek pêk hat û di encamê de 2 çete hatine kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li Gundê Hezwanê yê Mareyê li diijî çeteyan çalakiyek sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de herî kêm 3 çete hatin kuştin.

Li gundê Tûweysê jî li herêma Mareyê di çalakiya sûîqestê ya hêzên me de çeteyek hate kuştin.”

Back to top button