Hêzên Ewlekariya Hundirîn:Endameê me yê enternasyonalîst Samo Bebî şehîd bû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya endamekî xwe yê enternasyonalîst eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya şehîd bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Fermandariya giştî diyar kir ku endamê wan Samo Xosteyî Bebî li Kobanê piştî nexweşiyeke giran şehîd bû.

Fermandariyê diyar kir ku şehîd Samo yek ji şervanên destpêkê ye ku bersiva banga mirovahî ya parastina Kobanê da û temenî wî li pêşiya parastinê nebû asteng.

Fermandariyê Samo bi nimûneya zindî ya rihê biratî, mirovatî û fedakariyê bi nav kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd Samo re xwest û soza parastina destkeftiyên şehîdan nû kir.

Li gorî daxuyaniyekê nasnameya şehîd wiha ye:

Samo Xosteyî Bebî, li Rûsya ji dayik bûye û 13’ê Sibata sala 2020 li Kobanê şehîd bû.

Back to top button