MECLISA RÊVEBER A RÊVEBERIYA XWESER BI KOMÎTE Û DESTEYÊN KARÛBARÊN CIVAKÎ RE CIVIYA

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi komîte û desteyên karûbarên civakî re civiya.

Civîn li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê hate lidarxistin.

Beşdaran mekanîzeya xebatên komîte û desteyan nirxandin.

Desteya Rêveber xwest ku derfetên ji welatiyan re were peydakirin, bi taybet ji bo astengdaran, bi riya vekirina projeyên dayîm wekî (kargeh).

Her wiha rewşa koçberên li kampan hate nirxandin û girîngiya alîkardayînê bi koçberan re û peydakirina pêwîtiyên wan hate destnîşankirin.

Hate gotin ku pêwîste alîkariyek hî baştir bi malbatên şehîdan re werin pêşkêşkirin.

Di dawiya civînê de ji bo amadekirina rêziknameyek hevpar ji hemû komîte û desteyan re, komîteyek ji 7 kesan hate avakirin

Leave a Reply

Back to top button