LI ENIYA HECÎNÊ ŞER DIJWAR E

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Çeteyên DAIŞ’ê serê vê sibehê êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê kirin, şervanan jî bersiv dan.

Li gorî çavkaniyeke leşkerî, vê sibehê çeteyên DAIŞ’ê bi hejmareke mezin êrîşî baregehên şervanên QSD’ê yên li eniya Hecînê kirin.

Şervanên QSD’ê bersiv dan û şer derket.

Heman çavkaniyê ragihand ku şer li hemû eniya Hecînê, nexasim ya Bakur rû dide.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî şer dewam dikir.

Çeteyên DAIŞ’ê ji doh ve sûdê ji rewşa hewayê digirin û êrîşî deverên rizgarkirî yên şervanên QSD’ê dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê 11 Îlonê dest pê kir û aramnca wê jî, dawîanîna çeteyên DAIŞ’ê li Rojhilatê Çemê Firatê ye.

Leave a Reply

Back to top button