Di nava 24 saetan de bi dehan kes hatin binçavkirin

Faşîzma AKP-MHP’ê bi hinceta 15’ê Sibatê li gelek bajaran bi ser gelek malan de girtin û bi dehan kes binçav kir.

Polîsan li navçeya Kerboran a Mêrdinê avêtin ser malan û Ahmet Seyhan û Mazlûm Acar binçavkirin.

Polîsan herdû kes birin Şaxê TEM’ê ya Miduryeta Emniyetê ya Mêrdinê.

Serê sibê jî li navçeya Qoserê ciwanê bi navê Saît Sirdaş hat binçavkirin.

Di nava 24 saetên dawî de bi hinceta 15’ê Sibatê li Amedê 20 kes, li Wanê 47, li Dêrsimê 10, li Mersînê kesek hatin binçavkirin.

Li Stenbol û Enqerê jî gelek kes hatin kes binçavkirin lê hejmara wan nehate zanîn.

Rêxistina HDP’ê ya Wanê derbarê van operasyonên qirkirina siyasî de daxuyaniyek da û şermezar kir.

Rêxistina HDP’ê diyar kir li hemberî van operasyonan ewê ti carî gavê paşde neavêjin.

ZEXTÊN AKP’Ê LI SER ROJNAMEGERIYÊ
NÛÇEGIHANÊ MEZOPOTAMYA YÛNIS DÛMAN HAT BINÇAVKIRIN

Ne tenê li ser HDP’iyan, zextên li ser rojnamegeran jî dewam dikin.

Herî dawî Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê yê Wanê Yûnûs Dûman, hat binçavkirin.

Back to top button