Şandeyek ji Desteya Tenduristiyê bi hevkariya Yekîtiya Bijîşakan serdana kampa Waşokanî kir û rewşa koçberan ji nêz ve şopand.
Şande di nava kampê de geriya û bi malbatan re pêwîstiyên wan ên tenduristiyê nîqaş kirin.
Her wiha serdana navenda Heyva Sor a li kampê kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Menal Mihemed diyar kir ku armanca wan ew e ku pêwîstiyên koçberan peyda bikin.
Menal anî ziman ku wan mijarên girîng bi rêveberiya kampê û Heyva Sor re nîqaş kirine da ku kêmasiyên di kampê de çareser bikin û diyar kir ku hemû nexweşxane û kilîn-kên wan ji koçberan re vekirîne.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Menal Mihemed bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê koçberan bikin.