Komîseriya Mafên zarokan a Rûsyayê: Bêhtirî 500 zarokên DAIŞ’ê yên biyanî li Iraqê ne

Komîseriya Mafê Zarokan li Rûsyayê eşkere kir ku, bêhtirî 500 zarokên çeteyên DAIŞê yên biyanî li Iraqê hene.

Komisera Mafê Zarokan li Rûsyayê Anna Kuznetsova ragihand ku, ev zarok di zîndanên Iraqê de ne û bi hezarên wek wan jî li kampên li Sûriyê hene.

Beriya du rojan Kuznetsova diyar kiribû ku, di sala borî de 156 zarokên DAIŞê ji Iraq û Sûriyê vegerandine Rûsyayê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyê gelek caran ragihandibû ku bi hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞê yên biyanî li cem wan hene û ev yek bi barê giran bi nav kirbû.

Rêveberiya Xweser daxwaz ji welatan kiribû ku, welatiyên xwe yên DAIŞî werbigirin.

Back to top button