Li Iraqê xwepêşanderek hat kuştin û 23 jî birîndar bûn

Di xwepêşandanên duh ên Iraqê de, xwepêşanderek hat kuştin û 23 jî birîndar bûn.

Çavkaniyên ewlehiyê teqez kir ku li qada Tehrîr a li nîva Bexdayê, xwepêşanderek bi guleyan hat kuştin.

Li nêzî qada Xilanî a li Bexdayê jî, dinavbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket û di encamê de 23 xwepêşander birîndar bûn.

Serokatiya Operasyonên Bexdayê ragihand ku hêzên benda kontrolê ya dinavbera qadên Xilanî û Tehrîr de, ji aliyê xwepêşanderan ve, bi 3 bombeyên destan hatin hedef girtin.

Back to top button