Buroya Têkiliyên Leşkerî ya Giştî ya Reqayê bi armanca nirxandina rewşa ewlehî û xizmeteguzariyê li herêmê bi şêx û rûspiyên êlên Reqayê re civiya.
Civîn MSD’ê li gel eşîran, li hola civînan a Meclisa Sivîl a Reqayê li dar ket.
Di civînê de endamê Desteya Siyasî yê MSD’ê Hesen Mihemed Elî têkildarî hewldanên derxistina fitin û tevliheviyê di navbera gelên herêmê axivî û wiha anî ziman:
“Bi riya bûyerê kuştinê, gefan li gelên herêmê dixwin û hewl didin ji cîhanê re isbat bikin ku herêm ne ewle ye.
Lê bûyerên kuştinê yên dawîn rû dane weke kuştina Umer Elûş û endamên Meclisa Reqa ya Sivîl Şêx Feysel El-Hiwêdî, vîna me naşkîne lê me israra me zêde dike.”
Serokê MSD’ê Riyad Dirar û Endamê Desteya Siyasî yê MSD’ê Hesen Mihemed Elî jî axivîn û gotin ku divê hemû gel bi yek rêzî li hember astengî û komployên derve bisekinin.
Her wiha serokê Partiya Sûriya Pêşeroj Ibrahîm El-Qeftan bang li her kesî kir ku ji bo avakirina Sûriyek pêşerojê ya pirengî û ne navendî tevbigerin.