Mesrûr Barzanî bi Mike Pompeo civiya

Di çarçoveya civîna Ewlehiyê ya 56’emîn a Munchenê de, Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel Wezîrê Derve yê Amerikayê Mike Pompeo civiya.

Di civînê de pêwendiyên Hewlêr – Washingtonê û geşedanên li Iraqê hatin nîqaşkirin.

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê her weha bi Wezîrê Enerjiyê yê Amerîka Dan Brouillette, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Necah Şemerî û Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov re jî civiya.

Tê payîn ku Mesrûr Barzanî bi Wezîra Parastinê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer re jî hevdîtinekê pêk bîne.

Li Bajarê Munich ê Almanyê, doh Konferansa Ewlehiyê bi beşdariya 500 berpirsên cîhanê dest pê kir, Konferans wê 3 rojan berdewam bike, mijarên girêdayî ewlehiya cîhanî û şerê Sûriye û Lîbyayê jî wê bibe rojeva Konferansê.

Back to top button