Li Maliyê, 8 leşker di encama êrîşekê de hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
Artêşa Malî bi daxuyaniyekê ragihand ku 8 leşker di kemînekê de li gundê Bîntiya yê herêma Xaw hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn û gelek ziyan gihîştin çek û cebilxaneya wê.
Doh jî li herêma Mondoro ya Maliyê, di êrîşeke cuda de, leşkerekî din jî hatibû kuştin.
Hat diyarkirin ku her du êrîş piştî êrîşa roja pêncşem-înê ya li ser gundê Ogosago yê Maliyê bi çend saetan pêk hatin.
Heta niha tu aliyan berpirsiyariya van êrîşan negirtiye ser xwe.