Mehmûd Hebîb: Geşedanên li Idlibê operasyonên plankirî ne

Berdevkê Lîwa Şemal El-Demokratîk Mehmûd Hebîb diyar kir ku, geşedanên li Idlibê rû didin operasyoneke plankirî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de ye.

Piştî ku hêzên rejîma Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê rêya navdewletî kontrol kir, guhartin û veguhartinên nû derketin holê.

Têkildarî pêşketinên li Idlibê, berdevkê fermî yê Lîwa Şemal El-Dîmokratî Mehmûd Hebîb axivî.

Mehmûd Hebîb rewşa li Idibê weke hevkariyeke mezin a di navbera Rûsya û Tirkiyê de bi nav kir û diyar kir ku ev yek operasyoneke plankirî ya di navbera her du dewletan de ye.

Hebîb bal kişand ser naveroka hevpeymanên Soçî û Astanayê û ragihand ku, bendên van herdu hevpeymanan bi awayekî eşkere nayên gotin, ji ber vê yekê rewşa ku niha Idlib tê re derbas dibe, berdewama lihevkirinên di bin maseyê de ye.

Têkildarî gefên dewleta Tirk li dijî Rejîma Sûriyê, Berdevkê Lîwa Şemal El-Demokratî anî ziman ku, gefên Tirkiyê bêbandor in û tenê di qada çapemeniyê de dimînin.

Mehmûd Hebîb diyar kir ku, piştî li Idlibê her tişt eşkere bibe wê leşkerên Rusî li cihê ku Rûsya û Tirkiyê di bin maseyan de lihevkirine, bisekinin.

Mehmûd Hebîb: Şer çareseriyên siyasî datîne milekî

Berdevê fermî yê Lîwa El-Şemal El-Demokratî Mehmûd Hebîb di dawiya nirxandina xwe diyar kir ku, ji ber rewşa leşkerî ya tevlihev li Sûriyê, wê çareseriya siyasî jî bipêşnekeve û ti encaman bi xwe re neyîne.

Back to top button